Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt eine junge Frau, die ihren Handrücken vor ihr Gesicht hält und zu Boden schaut. Sie wirkt niedergeschlagen.

Tundî çi ye? Encamên wê dikarin bi çi awayî bibin?

Çi gava ku kesek hewl bide ku zirarê bide mirovên din, ev tundî ye: Ev dikare derûnî, fizîkî an jî zayendî be.

Di heman demê de hin şêwazên din ên taybet ên tundiyê jî hene, wekî piçûkxistin û îhmalkirinê. Keçik û jin hema hema bi awayekî hemwext ji hin şêwazên tundiyê bibandor bibin.

Tê zanîn ku bitaybetî jî keçik û jinên ku xwedî seqetiyan in ji tundiyê bibandor dibin. (binêrin www.maedchensicherinklusiv.de).

Tundiya Zayendî

Mixabin, keçik û jinên ciwan pirî caran rastî tundiya zayendiyê tên – ji aliyê hevsalên wan jî têde. Nivîseke berfireh a li ser tundiya zayendiyê li vir dikare bê dîtin.

Tundiya Zordest

Ger hûn an jî kesên din ên ku li cihê ku hûn lê dijîn rastî rewşeke cidî û tund tên an jî li ser we û wan gefên cidî û yên neheqiyê hene, hûn dikarin li polîs bigerin (Tel. 110) û banga hatinê ji wan re bikin. Ev karê polîsan e ku qedandina tundiyê bi cih bînin.  

Ger gengaz e hewl bidin ku xwe bigihînin cihekî ewle, ji bo mînak deriyê odeya xwe kilîd bikin an jî malê biterikînin û banga hin kesan bikin ku bên alikariya we.

Wekî nûciwanek û di heman demê de wekî jinek, hûn dikarin her dem bibin xwediyê parastinê, di 24 saetên rojê de, û dê ji xizmên we navnîşana we bê veşartin, ger pêwist be hûn ê di cihekî veşartî de bên girtin.

Tundiya fîzîkî

Pirî caran, mirov gava ku dibin mexdûrê tundiya fizîkiyê şerm dikin û dibe ku hewl bidin ku şopên wê tundiyê, yên mîna derb an jî birînan veşêrin.

Tundiya fîzîkî di nav xwendekaran de, di têkiliyên (romantîk) û di malbatan de pêk tê. Hin dêûbav difikirin ku baş e ku zarok ji ber "şaşiyê", bi rêbaza tundiya fizîkiyê jî têde, werin ceza kirin. Lê cezayên tundûtûj her gav ziyandar in!

Dêûbavên din xwediyê pirsgirêkên ferdî yên mezin in û pir zêde bar li ser wan heye. Ev rewş zextek mezin li wan dike û berê wan dide ber bi pêkanîna tundiyê ya li hemberî zarokên xwe. Ji sala 2000’an û vir ve, mafê zarokan heye ku li gorî qanûnê li Elmanyayê perwerdehiya bê-tundûtûj bistînin (§1631 paragrafa 2 BGB).

Tecrubeya tundî ya ku li kesên din tê kirin (bo mînak ya li endamên malbatê) jî pir stresdar e.

Tundiya Derûnî

Ev cûre tundî di xwe de qêrînên êrîşkar, heqaret û gef dihewînin. Sûcdar tundiya derûniyê bikar tînin da ku hêz û kontrola xwe li ser yên din pêk bînin.

Tundiya derûnî pirî caran wekî pêvajoyeke hêdî dest pê dike û ji hêla kesên ku jê bandor dibin ve, û ji hêla kesên derdorê ve, ji bo demeke dirêj wekî tundî nayê nirxandin. Pirî caran, sûcdar tiştên ku qewimîne pişt re nîqaş dikin an jî wan wekî tiştên bêqîmet nîşan didin.

Piçûkxistin & Piçûkxistina Sîber

Piçûkxistin şêwazeke tundiya derûniyê ye ku ji hêla komeke mirovan ve li dijî kesekî/e bi armanca “xistina mexdûrî/ê rewşeke amade” tê bi cih anîn.

Ev, tê wateya kesek demeke dirêj bi awayekî sîstematîk rastî tacizê tê, îşkence dikşîne an jî tê qewitîn. Zordest yekî/ê ji xwe re wekî qurban hil dibijêre û di kirinên xwe de ji hêla komeke mirovan ve bi awayekî aktîf an jî pasîf tê destekkirin. Ev bazderên heval bi wan re lîstikeke xirab dilîzin, ji ber ku ew ditirsin ger wisa nekin ew ê bi xwe jê bandor bibin. Mexdûr gelek caran fêm nake gelo ji ber çi ew tê êrîşkirin an jî piçûkxistin û sedemên vê tiştî keyfî ne.

Dîsa, ev tişt jî bi hêz re têkildar e, ango bi “kirina tişteke şaş” a kesê têkildar an jî bi berpirsiyarbûna wê/wî bi wê tiştê re têkildar nine.

Îroj, piçûkxistin pirî caran bi awayekî onlayn tê kirin. Bi Înternetî re metirsiyek heye ku di salên pêş de dê mirov bikaribin bigihîjin naverokên şermgîn. Lê, ev jî tê vê wateyê ku vegotinên piçûkxistinê yên bi vê cûreyê dê bikaribin werin şopandin.     

Car caran, hevjînên berê dikarin hevdû piçûk bixin, bo mînak vê tiştê dikarin bi rêya li ser malperên xusûsî bi weşandina wêne an jî vîdeoyên taybet bikin. Ger hin kes bê razîbûna we wêneyek we an jî vîdeoyek we bigire û wan bi awayekî onlayn parve bike, ev sûceke cezadar e.

Piçûkxistin jî pirî caran dibe sedem ku mirov tenê bala xwe bidin li ser xweveşartinê û dilxweşkirina her kesî.

Her çend dibe ku ew kes hîs bike ku tu kes nikare tiştek li ser vê rewşê bike, her gav rê hene ku meriv bi hev re piçûkxistinê rawestîne.

Tacîza Şopandinê

Tacîza şopandinê bi awayekî berdewamî çewsandin û şopandina kesekî ye. Sûcdar bi gelemperî hevjîn an jî nasên berê ne. Ger kesek bi domdarî we aciz dike an jî dişopîne, an her dem li we digere, her çend hûn wî/wê naxwazin jî, an ji we re name, e-name an jî peyamên bêdawî dişîne wê hingê ya ku ew dikin ne BAŞ e. Dibe ku ew kes bênavber diyariyên nexwestî jî bide we an zirarê bide hebûnên we. Ev gişt tacîza şopandinê ye.

Vebijarkên we yên qanûnî hene ku hûn xwe li hember tacîza şopandinê biparêzin. Delîlên wekî name, peyamên nivîskî, e-name û diyariyan hilînin. Di heman demê de notên di derbarê dem û pêvajoyên tiştên qewimîn de, û hem jî hilanîna tiştên mumkin, kêrhatî ne.

Dîskrîmînasyon

Hin kes ji hêla rêzikname, qanûn, taybetmendî an jî bi kurtî ji hêla kevneşopiyê ve – “wekî her car” tên paşguhkirin an jî mehrûmkirin. Bo mînak, ev tişt li hemberî keçik an jî jinên xwedî rabirdûya koçberî an jî penaberiyê ne, xwedî seqetiyek an jî nexweşiyeke kronîk in û/an jî ewên ku li derveyî ekseriyetê xwedî oryantasyoneke zayend an nasnameyeke zayend in tê sepandin. Car caran dîskrîmînasyon rê li ber şêwazên din ên tundiyê vedike.

Hûn dikarin li vir nivîsa me ya berfireh a li ser nijadperestiyê û li vir jî nivîsa me ya berfireh a li ser "seqet bûnê" bibînin.

Îhmalkirin

Hûn dikarin di wergirtina lênihêrîna têr de an jî di jiyîna li hawîrdoreke guncan de alîkarî û piştgiriyê bigirin. Ger hûn bi nivîsgeha refahê ya ciwanan an jî navendeke şêwirmendiyê re têkilî daynin hûn dikarin werin pejirandin ji bo "lênêrînê/parastinê".

Encamên Tundiyê

Berpirsiyariya li vir jî bi kiryaran re û tenê bi kiryaran re ye - ne bi we!

Hin kes di encama tundiyê de xwe vedikişin û naxwazin bi mirovên din re têkilî daynin. Yên din jî bi hêsanî aciz dibin an bêyî sedemek eşkere hebe derdikevin holê. Bi taybetî, keç û jin, bi xweêşandin, xwebêqîmetkirin an jî êdî bi nebedewkirina xwe zêdetir berê êrîşkarî an jî bêçaretiya xwe didin li hemberî xwe.

Tecrubekirina tundiyê tê wateya zihîfbûna konsantrebûnê yên kesên jê bibandor bûne. Hin kesên jê bandor bûne jî bi awayekî bêhişmend hewl didin ku bi awayekî hurgilî, bo mînak li ser xwe dermankirin, xwedîkirin an jî werzişkirinê gelekî biteqlbûnê, an jî bi awayekî biteql bi temaşekirina rêzefîlman an bikaranîna tiryakê xwe bi “tirûskandina” li nav cihaneke din – çareser bikin ("rastiya sexte/rastiya parastinê").

Encam û bandorên takekesî yên tecrubeya tundiyê bi piranî girêdayî maweya tundiyê, çendîn travmatîzebûna wan û girêdayî piştgirî, alîkarî û teseliya ku gihiştiye wan e.

Gelek kesên ku demeke dirêj rastî tundiyê hatine vê tiştê normal dibînin û ji tevgereke bi wê şêwazî ya li hemberî wan re aşîna bûne. Lêbelê, hin kesên jê bandor bûne naxwazin sûcdar an nihêrvanan tawanbar bikin an jî wêneya “zaroktiyeke normal” têxin li nav xeterê.

Peydabûna Trawmayê

Ger rehenda tecrubeyeke tundiyê ya ku hatiye tecrubekirin an jî dîtin trawmatîk be, ev tê vê wateyê ku vê tiştê rê li ber hestên bêhêziyê û bêçaretiya mezin vekiriye û tu rêyeke revînê, parastinê an jî bergiriyê tune (“rewşa êdî berdewam neke”).

Mejî, ji ber berteka zêde a stresê, nikare tiştê ku tecrube kiriye bi awayekî lêhatî bimeşîne.

Xusûsîyetên adetî qerisîna hestyarî, tengavbûna fizîkî, bêtehmî, xerabbûnên xewnê û berjengên psîkosomatîk ên wekî êşa zik, êşa serî, hwd.

Ger bertek ji mehek zêdetir berdewam bikin ev rewş wekî berteka stresa trawmatîk a giran an jî wekî nexweşiya stresê ya pişt-trawmayê tê binavkirin.  

Pirî caran bertekên hestyarî an jî derûnî yên aloz ku rê li ber bibîranîna tecrubeyê dike an jî ew kes wisa hîs dike ku bûyer dîsa û dîsa çêdibe (“vegerîna bûyerên berê”).

Bandorên tundiyê û yên nexweşiyên trawmayê jî dikarin bi tedawiyên terapatîk ên ciyawaz bên çareserkirin û dermankirin. Merca pêşîn ev e ku kesên bibandor bûne cesûr bibin û tiştên li wan qewimîne parve bikin, bi vî awayî ji bo dîsa xwe ewle û gelek aram hîs bikin piştgiriya ku pêdiviya wan pê heye bigirin.

Çûna ji bo şêwirmendiyê jî dibe ku bibe gavek ji bo girtina piştgiriyê û “şikandina bêdengiyê.”

Ger we tundî tecrube kiriye û ji encamên tundiyê êşiyane, hûn tenê ninin! Hûn dikarin piştgiriyê bigirin û ji bo rawestandina tundiyê alîkarî bikin û dîsa xwe ewle hîs bikin! Mafê we yê jiyaneke netundûtûj heye.

Lînkên têkildar:

 

Ger hûn ji tundiyê bibandor bûne di stendina alîkariyê de dudil nemînin. Çi hatiye serê we bila bê, em ê ji bo we li ber we bin û piştgiriyê bidin we.

Hûn dikarin çi bikin?

  • Kesek ku hûn pê bawer in bibînin (bo mînak xizmek, karkerekî/e civakî ya li dibistanê, dayikeke hevalî/ê) ku hûn bi wan re di derbarê her tiştê de biaxifin û ji bo çêtirkirina rewşê bi hev re li rêyan bigerin.
  • Hûn dikarin li me bigerin, ji me re emailek binivîsin an jî bi xwe werin cihê me. Çi hatiye serê we bila bê, em ê ji bo we li ber we bin û piştgiriyê bidin we.

  0521 - 17 88 13