Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt eine graue Hauswand. Rechts im Bild ist eine braune Eichentür. Links daneben ist ein Graffiti, das ein Mädchen zeigt, dass einen Luftballon an einer Schnur in der Hand hält und diesem hinterher schaut.

Mebest ji vêya çi ye? Di nava gel de, peyvên cur bi cur bi kar tên, ku bi gelemperî wateya wan heman e.

Tundiya zayendî her cure kar e lu bêyî rezamendî yan li pêş zarok, nûciwan yan mezinsalekî tê kirin.

Destdirêjiya zayendî wekî her karê ku qurbanî zarok e tê ravekirin.

Eger kesekî ciwan yan mezinsal nikare ji ber rewşa bedenî yan mêjî bi zanebûn rezamendiyê li karê zayendî bide ev jî tudiya zayendî ye.

Her karê zayendî bi yan ser zarokê jêr 14 salî cezabar e, hetanî eger zarokê rezamendî dabe.

Kesê cezakar pêgeha xwe ya hêz û rayedariyê bi kar tîne bi destdirêjiya li zarok, nûciwan yan mezinsalan pêdiviyên xwe dabîn bike.

Tundiya zayendî hertim êrişeke girseyî ser tenduristiya bedenî, mêjî û derûnî ya kes e û kerameta wî binpê dike.

Tundiya zayendî dikare bi teşeyên cur bi cur ên têkiliyê rûbide. Wek mînak, êrişkar dikare hevalek yan hevalê berê yê dayîkê, dapîr/bav yan cîran, hevkarê dayîkbavî yan yarê berê, nas, kurekî nû naskirî, kesekî tam xerîb, bira yan zirbira, ap û xal, hevklasî, dostê cara yekem, hînkarê werzişê yan mamoste û hwd. be.

Di gellek caran de, êrişkar mêr in û nas yan ji paşxaneya malbatî ne. Jinên êrişkarên zayendî yan jinên ku ser tundiya zayendî dijî zarok an nûciwanan zanin jî hene û dîsan jî nikarin wan biparêzin û yê neparêzin jî. Piraniya kesên ketine ber tundiya zayendî keç û jin in, lê kur û mêr jî hene.

Ji sisêyan yekê êrişkaran ji 21 salî kêmtir in û ji hevkomên keçan in.

Her tundiya zayendî di qanûnê de cezabar nîne, lê her karê tundiya zayendî binpêkirin e!

Tundiya zayendî dikare di cihên gellekî cuda de rûbide, wekî li odeya we, odeya guhertina kincan, dibistanê, klubê, ser rêya malê, cihê mêvaniyê, avjenîxaneyê, li parkê, firoşgeha mezin, şev di tarîtiyê herwiha li rojê de rûbide.

Tundiya zayendî dikare bixwe bi rêyên cur bi cur diyar bibe û dikare bi yan bêyî pêwendiya bedenî herwiha bi rêya yan bi destê medyaya dîjîtal rûbide. Ew karekî agahane ye û bi gelemperî bi nername, baş amadebûyî ye û dubar dibe. Ew qeza nîne! Cureyên kêm an zêde gurr yên bi bandorên kêm an zêde bedenî û derûnî hene.

Ev hin mînak in:

  • Ev tundiya zayendî ye,
  • dema mirov bêyî ji keçekê bipirse bi awayê zayendî dest bide wê, wek mînak her dema kesên din lê nanêrin
  • dema ji keçekê re wêneyên zayendî bişînin ku daxwaz nekiribe
  • eger ji keçekê daxwaz bikin yan neçar bikin wêne yan vîdyoyên zayendî ji xwe çêbike û wan belav bike
  • eger wêneyên rût ji keçekê re bişînin, hetanî eger wê ew berê bi xwebexşî şandibin
  • dema mamosteyek lidûhev li sîngê xwendekarekê dinêre yan gotinên watedarser bedena wê dibêje
  • dema keçekê neçar bikin vîdyo yan wêneyên zayendî binêre
  • dema keçekê neçar bikin kurekî yan mêrekî bi devê xwe têr bike
  • dema keçekê neçar bikin têkiliya zayendî bike, hetanî eger wê û kur demeke kin berê hevdu hembêz kiribin
  • eger bi dev, quz yan qûzê têkiliyên zayendî bi keçekê re hebe
  • dema keçekê neçarî ramûsanê bikin
  • dema komek kur yan mêr bi awayê zayendî êriş yan destdirêjiya keçekê bikin
  • dema li klasê ser keçekê henekên zayendî çêdibin
  • dema li odeya guhertina kincan li keçan binêrin
  • ‎…

Gellek keç û jinên tundiya zayendî tecrube kirine yan dikin şerm û gunehê hîs (!) dikin.

Ev hest asayî ne, lê tu têkilya wê bi vê re nîne ku ew kesên qurbanî gunekar in! Yan tiştekî şermbar/şaş kiribin (!)

Pircaran ev hest têkildarî vê rastiyê ne ku vî karî derbe li keçê daye/barekî gellekî giran daye ser wê. Hesta gunakarbûnê jî nîşaneyên derbedîtinê ne û derûnbijîşk hewl didin hinekî kontrol bikin.

Berpirsyariya tundiya zayendî hertim li stuyê êrişkar e! Kesên êrişkar gerek xwe gunakr û şermkirî hîs bike. Lê bi gelemperî wisan nîne. Hetanî mimkin e êrişkar ji keç yan jinê re bibêje divê ew bixwe bo tiştê rûdaye şermezar bike, yan wî nikaribû ji ber reftara wê xwe ragire, û hwd.

Yan ew gefan li wê bixwe eger bibêje tu kes dê bawer neke, yan eger bêdeng nemîne tiştekî nebaş dê rûbide.

Ev rêbazên êrişkaran in ku keçê/jinê bitirsînin, aloz, perîşan bikin û piştrast bin ev kiryar nayê zanîn û êrişkar ne berpirsyar e.

Di êriş an karên tundiyê de tu keç an jin hevdest nîne ji ber ku wê ev yek nekiriye yan ev yan ew cil û kinc li xwe nekiriye.

Ev serpêhatî û çîrokên destdirêjiyê ne ku mixabin di civaka me de pirr in, bo ku gellek kes wê bawer bikin. Ev hemû tiştê heyî vedişêre, bi navê hêzê, piranî jî mêr ser zarokan yan keç û jinan dikin.

Tundiya zayendî î tu têkiliya wê bi zayenda "asayî" nava du kesan re tuneye, çimkê di zayendê de lihevkirina duyalî û xweşiya her duyan heye.

Herwiha bibînin: Lihevkirina duyalî – gelek hêsan

Anegorî gurrbûn, car û pergala têkiliya tundiya zayendî, dûhatên kesên qurbanî dikare kêm an zêde be û xwe bi awayê gazinde û nîşaneyên wekî tirs, ji xwe bêzarbûn, tevliheviya xwarinê, kabûs, guherîna rûhiyetê, xem, dûrbûna civakî, pirsgirêkên baldariyê, dijwariyên têkiliyê, êriş, serkutkirin, inkar, cudabûn, hêrs û hwd. be.

Ev yan ew nîşane û bargiranî carinan derengtir diyar dibin, dema ku tecrubeyên tund demekê kişandibin yan hetanî çend salan.

Ev nîşane û bar hemû dikarin baş derman bibin!

Eger hûn ketibin yan niha ketine ber tundiya zayendî, gellekî girîng e hûn arîkariyê wergirin bo ku dîsan xwe ewle hîs bikin û tecrubeyên tund wisan bi rê ve bibin ku hûn hêdî hêdî xwe baş hîs bikin.

Eger hûn qurbaniyeke giran û niha yê tundiya zayendî ne û dewsa wê ser beden an kincên we hene, hûn dikarin van li her nexweşxaneya Bielefeld çareser bikin. Eger hûn hez bikin, hûn dikarin kesekî pêbawer bi xwe re bînin. Hûn dikarin piştrast bin tu kesekî din dê agahdar nebe. Piştre hûn dikarin di wextê de bifikirin û nîqaş bikin çawan dixwazin dest pê bikin.

Forensics/Testên cezayê yên ji reklaman

Girîng nîne çi bûye, herdem bo arîkariyê rê hene. Beriya her tiştî girîng e li we piştevanî bibe, yanê kesek bi we re be, û bifikire û ser her tiştî baş bi we re nîqaş bike. Girîng e ev kes sirdar be û her tiştî nebêje. Navend û sitargehên pispor ên rawêjkariyê bo qurbaniyên tundiya zayendî hene. Em wekî Mädchenhaus Bielefeld hem komên me yên bênav yên penaber û yên niştecihan herwiha navendeke me ya rawêjkariyê heye ku hûn dikarin bi e-name, telefon yan hatina xwe têkiliyê çêbikin.

 

Mädchenhaus Bielefeld | Logo | Beratungsstelle


0521 173016
Renteistraße 14 | 33602 Bielefeld

 

  0521 - 17 88 13