Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt eine junge Frau, die sich die Ohren zuhält. Ihre Augen sind geschlossen und ihr Mund ist in einer Linie.

Dema Dibistan dibe meydanek ji bo nexweṣiyê

Stress li gel Mamusteyan

Dibistan ciyeke ku pir bûyer lê diqewim in, ji bo hineke ciyekî pir xweṣ e û dixwazin her timî li Dibistanê bin, û ji bo hinekan jî dojeha naxwazin ku li wir bimîn in, rojane tûjî nexweṣiyan tên. Eger Qîzek nexwaze here Dibistanê? bêguman wê ҫaxê sedem in wê yên giring û corbecor hene. Dibe ku Stress a te bi mamustayên te re hebe? Û tu hest dibe ku danûstandina wan bi te re ne xweṣ e. an jî bi ҫavekî cidî li te nanerin.

Piwanên kêm û nebaṣ didin te, tevî ku te tiṣtek nekiriya jî lê dîsa jî her timî te hiṣyar dikin, û di nav hevalên te de te kêm dikin, û tu wisa hest dibe ku eger tu ҫi jî bike Mamuste bi cidî nawergire, û berê xwe nade te. Bêguman ev danûstandina ne durist û ne demukratîk ku Mamustayên te bi te re dikin, êdî hêdî hêdî Dibistanê li ber ҫavên te reṣ dikin, û berê te didin riya ku tu dev ji Dibistanê berdî.

Ev Stressa te ya Dibistanê ya di navbera te û Mamustayê te de, dibe ku bibe sedema nexweṣiyekê di navbera te û Dayîk û Bavê te de jî, eger ku Piwanên te ne bi dilê Dayîk û bavê te bin, wê ҫaxê ew jî cizayekî didin te, derd û nexweṣiya te pirtir dikin.

Dibe ku Dayîk û Bavê te ji te bixwazin ku tu bi hevalê xwe yê Dibistanê re here Seferê, lê tu naxwazê. Lê tu ji wan fam nakê ҫima ew dibêjin belê divê tu herê. Dibe ku tu û hevalên xwe yê Dibistanê ji hevûdin fam nakin, û tu nema dizane ka tu ҫi bike?

 

Acizkirin

Das Foto zeigt zwei Hände, die eine Art Voodoo-Plüschtier halten, in dem Stecknadeln stecken.

Tu dizanê ҫiqasî zehmet e, ku tu ne bi dilê xwe û bi tirs ji xew rabe û herê Dibistanê? Her roj bi wî karî, bi wê tirsê, her roj hevalê te te Aciz dikin, jiyana te tevlîhev dikin, li wan ciyên ku tu her roj diҫiyê li te bikin dojeh.

Ev Acizkirina ku em li ser diaxivin gelek rengên wê hene, Mînak: tu bi xwe hest dibî ku roj bi roj jiyanê li te dorpêҫ dikin, li te dixînin, axaftinên nexweṣ ji te re dibêjin, bi te dikenin, an jî tu pakiyê bi te nakin, ev jê re dibêjin Acizkirin.

Ev Acizkirin her roj ji bo te nexweṣiyeka, dibe ku hêdî hêdî roj bi roj bibe bar û nexweṣiyeka giran ji bo te. Îcar tiṣtê hîna nexweṣ ew e, ku derdora te dibînin û guhdar dikin ku ҫawa tu tê Acizkirin, lê tevî vê yekê jî kesek bi te ve nayê û alîkariya te nakê? Ne gunehê min e, yan yê wî ye, yan yê wê ye, ya yê wan e, ku tu yan ez tên Acizkirin, ev yek dibe ku ji ber gelek sedemên corbecor were serê her kesî, Dibe ku henekên xwe bi cilên te bikin? An jî, ji ber Baweriya te ya Olî? An jî, ji ber rengê te? An jî, wisa ji te re bêjin ku ne ji meyî, (Biyanî)?

Acizkirin, dibe ku bi rengekî din jî ҫê bibe, Henekên xwe bi Handy a te bikin, bêjin te Handiya te kevn e, û ji bo ku te bêtir Aciz bikin, û te bikin bin bandora xwe, Vîdyo û Wêneyên xerab ji te re bikṣînin û bê destûra te bavêjin Internet. Ev jê re dibêjin "Cybermobbing" ( acizkirina bê exlaqî) û mixabin ev tiṣt rojane diqewim in, tu dibe qurban ji boyî vî karê nemirovane û mixabin ku tu nikare li himber tiṣtekî bike. Dibe ku jî ku hevalên te yên Dibistanê, û ji bo ku te pîs bikin, pir Derew û agahdariyên ne rast li ser te di Internet de belav bikin. Gereke mirov bi hesanî li van bûyerên wisa nenerê, û bi cidî li ser wan rawestê û ҫareyan ji wan re bibînê. Ne karekî hesaniya ku tu li himber ewqas xirabî bi tenha xwe rawestê, lê baṣ zanibe ku ji her pirsgirêk û astengiyekê rê û ҫare heye.

 

tiȘtê ku dikarê bikî?

Qet bawer neke ku tu bi tenha xwe karibe li himber ewqas pirsgirêk raweste û berxewdanê bike, gereke tu alîkariyê bixwazê!

Eger tu bixwazê li Dibistanê li ser van pirsgirêk û serpêhatiyên xwe bi hinekan re biaxivê, wê ҫaxê hewil bide ku tu bi:

  • Mamustayên xwe re, hevalên xwe re, mamustayên beṣê civakî (Schulsozialarbeiterinnen) an jî bi hinekî din yên ciyê baweriyê re biaxivie, û doza alîkariyê li wan bike.
  • Eger tu zanibî ku ev yek zehmet e, wê ҫaxê di cî de Mail ji me re binivîsîne!
  • An jî here ba Nummer gegen Kummer wenden: www.kinderundjugendtelefon.de

Ji bo agahdariyên berferehtir li ser Acizikirinê tu dikarî serdana van Malperên jêrîn bikî:

Li vir , li jêr, ji te re zelal dikin, ka tu ҫawa „Cybermobbing“ re dikare xwe biparêze:

 

  0521 - 17 88 13