Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt zwei Mädchen. Das linke Mädchen legt den Arm um das andere Mädchen, die sich an ihre Schulter lehnt.

Tevî ku tu li Elmaniya dijî lê dîsa mîna biyaniyekî li te dinêrin

Li Dibistanê, li Kolanê li gera bidestxistina kar û Pîṣe, di Ragihandinê de: Bi awayekî eṣkere û rojane hestên te yên mirovayetî birîndar dikin û ji te re didin xuyakirin ku tu biyanî, tu ne ji me û vê civakêyî.

Tevî ku tu li Elmaniya dijî lê dîsa mîna biyaniyekî li te dinêrin. Ji bo te Elmaniya mal û welatê te ye, lê bêguman te pir aciz dikin û pir li zora te diҫê dema ku ji te dipirsin kengî tê vegerê Welatê xwe? An jî tu her timî ji wan re ṣîrove bikê ҫima tu Serrûkê bikartînê? An jî gelo tu bi xweṣiya xwe Serrûkê bikartînê an hinek bi darê zorê vê yekê bi te dikin ? Li Dibistanê dema ku dibe danûstandina li ser "Xweguncandinê" ew li bendî te ne ku tu hemî tiṣtî di derbareyê jiyana xwe û ya malbata xwe de bîne ziman? Li Dibistanê, li Kolanê li gera bidestxistina kar û Pîṣe, di Ragihandinê de: Bi awayekî eṣkere û rojane hestên te yên mirovayetî birîndar dikin û ji te re didin xuyakirin ku tu biyanî, tu ne ji me û vê civakêyî. Û eger hat û tu bi rojane tûjî vê pirsgirêkê bûyî wê ҫaxê nexweṣiyên pir mezin ji te re peyda dike.

Mixabin ku tu wek mirovekî biyanî rojane tûjî Nijadperestî, gefxwendin û jiyana bi tirsê dibî. Bêguman mirov li ser Xweguncandinê diaxive dema tu, dayîk û bavê te an jî kalik û dapîra te ji welatekî din hatibin Elmaniya.

People bad-mouth the native country of your parents or insult you because you look different or belong to a different religion? You find it difficult to get an apprenticeship and you think that this is due to your descent? You are insulted just because you wear a headscarf? In situations like these you may feel helpless und you do not know how to handle your anger. One thing is certain: you are not alone with all your experiences. If you need counsel and support in dealing with racist problems you may contact us.

Nijadperestî Gelek riwên wê hene

Nijadperestî gelek riwên wê hene: danûstandin, peyvdan, xwepêṣkêṣkirin û hikimkirin, hinek ji vanên ku me anîn ziman tu carcaran rû bi rû û carcaran dibin cilikê de pêrgî wan tê. Lê ji boyî xalekê tev de yekdeng û nerîn in, ew jî ew e, - rengên Ҫerm, Ol û ciyê jidayîkbûna te – ji ber vê yekê bi nerîneka nijadperestî li te dinerin.

Hinek ji wan ciyê jidayîkbûna te ji te re dikin ṣerm û kirêt, an jî ji ber rengê ҫermê te an ji ber baweriya te ya Olî dîrekt hestên te birîndar dikin. Dibe ku tu rastî asteng û pirsgirêkan werê, û pir zor be ku tu xwendina Pîṣeyekî bidestxîne, û di hundirê xwe de guman dikî ku sedema vê yekê ew e ku tu ne ji vî welatiyî?

Ji ber ku te Serrûk daniya ser serê xwe, bi wehṣiyet tîrên nijadperestiya xwe tavêjin te? Dibe ku di rewṣên wisa de, mirov ji destê xwe derkeve û nema karibe kerb û kîna dilê xwe derxîne, û têkeve ṣaṣîtiyên mezin, Lê baṣ bawer bike, ku tu ne bi tenê vê êṣê dikiṣînê . Îcar eger tu bi hewcedara ṣîret û alîkariyê bî, ku ka tê ҫawa di rewṣên wisa de bi kêrî xwe werê û li ber xwe bidê, wê ҫaxê berê xwe bide me û têkiliyê bi me re saz bike.

Das Foto zeigt ein Fahrrad vor einem Schild, auf dem 'Hier keine Räder abstellen' steht.

Ne her gefxwendinek nijadperestiya. Lê hinek temtêlên ziyangihandinê yên din hene. Mînak: dibe ku yek belengaziya Dayîk û Bavê te ji te re bikin ṣermek û pê ṣerê te bikin, û ji te re bêjin hêêêêê Perê Dayîk û Bavê te tune ne, hhhh ku mîna me cil û bergên buha û Modêlî ji te re bikirin. An jî ji ber ku tu Seqetî û di kursî deyî an jî ji ber ku tu hîna biҫûkî û nikarê mîna keҫikên din herî Disko. Ji ber van tiṣtên ku me li jor anîn ziman û gelek tiṣtên din yên xirab yên ku rojane tên serê te, tu dikarî her gav û sehet serdana me bikî, têkiliyê bi me re saz bikî û em ê bilez û bez destê alîkariyê ji te re dirêj bikin.

Di vê derbarê de em dixwazin ji te re baṣ zelal bikin ku ne tu bi tenê bi van kul û derdan dijî, tiṣtê ku hatî serê te û tê serê te, bi serê gelekan hatiye û hîna jî berdewam e. Ji bo te wê pir baṣ be ku tu li hinekî mîna xwe bigirê, hinekî ku ji te baṣ fam bikin, û ku tu nemecbûr bê hemî tiṣtên xwe ji wan re bêjê, bi kesên wisa yên ku mîna te difikirin tu dikarê riyên baṣ ji xwe re bibînê ku di vê jiyana te ya rojana ya zor û zehmet de bibin piṣt û heval. Eger tu zanibe ku ji ber Ola te an jî rengê te, an jî welatê ku jê hatî kar an jî "xwendina Pîṣeyekî" nadin din, wê ҫaxê tu dikarê li himber vê nijadperestî neheqiyê rabe û berxwedanê bike.

Eger tu agahdariyên berferehtir li ser van babetan bixwaze, wê ҫaxê serdana vê Malpera jêrîn bike: www.schule-ohne-rassismus.org

 

Tu dikarî ҫi bikî?

  • Ji xwe re li mirovekî ciyê baweriyê bigere, ku tu karibê hemî derd û kulên xwe jê re bêjî û te biparêzî.
  • Li gelek bajaran Bîroyên li dijî gefxwendinê an jî ciyê ṣîretwergirtinê, hene ku alîkariya te bikin.
  • Telefûna hawarê bikê û doza alîkariyê bike, û derdê xwe ji wan re bêje, wê ҫaxê wê di riya Telefûnê de ji te re bêjin ka gereke tu ҫi bike.
  • Tu dikarî Mail ji me re binivîsînî û birêkê.

 

Bêsînorî û fihêtî
ein gedicht gegen die deutsche sch-einheit

Ger hun min mîna Elmanekî jî bipejirînin
Lê Ez ê her bimîn im Efrîkî
Û tevî ҫermê min yê reṣ jî
Lê ez ê Elman jî bimîn im
Ez ê hîna gaveke din
heta bi kevîka jiderva ve
bi pêṣ de herim
heta bi devera ku xwîṣkên min lê
dervera ku birayên min lê,
devera ku azadiya me jê dest pê dike
ez ê gaveka din jî û yeka din jî
ber bi pêṣve herim, û yekê bi ṣûnde jî ger ez bixwazim
wisa bêsînor û bê ṣerm bimîn im.

May Ayim 1990

Ev perҫe helbest ji pirtûka ("blues in schwarz weiss") bi erêtiya Orlanda Frauenverlags.

  0521 - 17 88 13