Beratungsstelle
Fachberatungsstelle gegen Zwangsheirat
Zufluchtstätte
Porto Amal
Gewaltschutz bei Behinderung
Mädchenwohnen Linah
Hilfe nach Flucht
Betreutes Wohnen
Mädchenwohnen Hannah
Mädchenwohnen Hedda
Link zur Seite Onlineberatung
Link zur Seite Stellenangebote
Das Foto zeigt ein Mädchen, das sich in die Haare greift und schreit. Ihre Augen sind zugekniffen.

Nêzîkî Șopê? Ҫare nema? Ji dest xwe derket?

hemî qîz carna bê kêf in dil bi kul in

Hemî Qîz carna bê kê fin û dil bi kul in, bi tirs in, bê ma,din , bê vîn in, tevlîhev in, kesek nikara bi wan re biaxive, nikarin baṣ raz in, dilê wan naҫê xwarinê, yan jî têr naxwin. Ev yek di jiyanê tiṣtekî gelekî normal e. lê evan tiṣtên ku me li jor anîn ziman eger demeka dirêj bi te re man û tu jê rehet nebûyî, wê ҫaxê mirov dikare bêje ku ew nîṣanên nexweṣiyeka derûnîna, û tu bi hewcedarê alîkariyê yî. Lê ev qet nayê wê wateyê ku tu miroveka dînî an jî nexweṣiyeka derûnî a xirab bi te re ye.

Mezinbûn ne hêsaniya, mirovê Sîpe di gelek qûnax û nexweȘiyan re derbas dibe. Di ҫend salan de tu bi xwe hest dibe ku hêdî hêdî laṣê te tê guhertin, û tu bi hêz dibî. Gelek berpirsiyarî dikeve serê milê te, û carcaran zêdeyî barê te ҫê dibe, em dizabin û gereke tu jî zanibî ku evqas guhertinên ku di laṣê te û hiṣê te de ҫê dibin ne hesanî ne. Carcaran tu bi xwe hest dibe ku tu nema tiṣtekî ne ji xwe û ne ji vê dinyayê fam dikî. Bêguman ev yek streseka mezin ji te re ҫê dike. Îcar ji ber vê yekê em her timî dibêjin eger tu ketî vê qûnaxê, û ev tiṣtên ku me li jor anîn ziman hatin serê te, wê ҫaxê gereke tu zanibî ku tu bi hewcedara alîkariyê yî, ji ber ku bêyî alîkariyeka Pirofisyonêl tuyê nikaribe li himber van nexweṣî û derdan raweste.

 

Bê kêf in? Derûniyek tevlîhev? Meraqa wan li tiṣtekî nîne? Dil bi kul in?

Das Foto zeigt zwei Mädchen, die sich Schulter an Schulter sitzen und genervt dreinblicken.

Ji bo xemgîniyê gelek sedem hene, Mînak: Bayê evînê, Dapîra te emrê Xwedê kiriye, Dayîk û Bavê te bihevҫûne, am jî hev berdane, nêzîktirîn û ṣêrîntirîn hevala te ji bajarê te barkiriye, an jî danûstandina derdora te bi te re ne baṣe…carna jî tu xemgînî û heman heman tu acizî jî. Bi rastû gelekî zehmet e ku hestên mirovan wisa tevlîhev bin, û mirov têkeve nava ṣêlûbêliyê, lê jibîr neke ku tu parҫeyek ji jiyanê yî. Lê li gor xwezayîya jiyanê hêdî hêdî bi demê re wê reṣa te baṣ bibe, bi tayîbet ku tu mirovna bibîne, ku derdên te, nexweṣiyên te kul û gazinên te baṣ fam bikin û rêzê lê bigrin.

 

Lê eger te dît:

  • Ku rewṣa te ber xerabiyêve diҫe
  • Ku tu xemîgîn û bê hêviyî
  • Ku dilê te bi carekê re naҫe xwarinê , an jî bi hoîtî xwarinê dixwe
  • Ku tu nikare bi ṣev rehet binive
  • Ku tu qet naxweaze kesekî bibîne, an jî bi hevalên xwe re û kêfa te ji tiṣtekî re nayê
  • Ku hiṣê te nemaye, û tu gelekî xwe jibîr dike
  • Ku tu nikare bi serê xwe tu biryaran bistîne
  • Ku tu ji rojên dahatû ditirse, û nema dixwaze ji ciyê xwe bilive
  • Ku her tiṣt li ber ҫavên te wisa tevlîhev û bê wateye
  • Ku jiyana te pir zor bûye, û mirinê xweṣtir ji jiyanê dibîne

Eger ev hemî bi te re qewimîn, û rewṣa te baṣ nebû, wê ҫaxê zanibe ku tu bi hewceyî alîkariyeke pir bilezî!


tiȘtê ku tu dikarî bikî:

  • Ji xwe re li mirovekî ciyê baweriyê bigere mîna ( mamustayê te, an jî mirovek ji malbata te ) û her tiṣtê xwe wisa vekirî jê re bêje, û bi hev re li rê û ҫareyekê bigerin.
  • Li gelek bajaran ciyên ṣêwermendî û alîkariyê hene, ku dikarin di rewṣên wisa de alîkariya te bikin.
  • An jî divê tu li Telefûna hawarê/alîkariyê xînê û her tiṣtê xwe li ser Telefûnê ji wan re bêjê, û ew ê li ser Telefûnê rê ṣanî te bidin, û ji te re bêjin ka gereke tu ҫi bikî .
  • An jî tu dikarê Mail binivîsînê û ji me re birêkê.

 

Tirs

Ecêbgirtî nemîne, Kesek nîne ku natirse? Ji ber ku eger em netirsin em ê her timî rastî nexweṣî û xirabiyan werin, ji ber vê yekê tirs dihêle ku tu hayî ji xwe hebe. mînak eger tu netirsê: tuyê bidê ser riya Erebeyan bêyî ku tu li rast û ҫepê xwe binerê. Îcar tirs alîkariya mirovan dike, dihêle ku mirov hayî ji xwe hebe, û nekeve xefk û davan û ciyên teneg û tehlûke. Erê baṣe ku tu bitirsê û hayî ji xwe hebêManche lê Qîz in hene gelekî tirsonekin , wisa jî ҫênabê, ji ber vê yekê gereke tu rê nedê tirsê ku li te siwarbê, û hinekî cegerê te hebê.

Das Foto zeigt ein Mädchen, das von innen durch eine verregnete Glasscheibe rausschaut.

Eger tu gelekî tirsonek û bêzirav bê, mînak em bêjin tu ji kûҫik/mar/dûbiṣk/miṣk ditirsê, û ku tu lawirekî ji wan bibînê li te vedixwimihê û nikarî ji mal derkevî wisa nebaṣe, gereke cegerê te hebî û bi zirav bî. Eger tu wisa tirsonek û bêzirav bî, û her timî di mal de bî û ji mal dernekevî, wê hêdî hêdî derûniya te xirabibe. Tirs wê her timî bi te re mezin bibê eger tu newêrek û bêzirav bê, û tu hayî ji xwe nebê, mînak eger tu bitirsê ku tu herê dibistanê, an jî dibistana Pîṣe wê ҫaxê piregirêkeke mezin wê di jiyana te de peyda bibî.

Carna eger tirsa nava te mezin bibî, wê laṣê te jî nexweṣ bikevî, û nexweṣiya derûnî/nefsî wê bi te re peyda bibî. Bîna te diҫikihe, dilê te ҫarkopal lê dide, laṣê te dilerize, laṣê te xwihdan digire an jî diqufile. îcar eger te dît ku ev qas tiṣt bi te re ҫê dibin, û tirsa te roj bi roj mezin dibe, wê ҫaxê gerek tu fam bikî ku Alîkarî ji te re lazim e !


tiȘtê ku tu dikarî bikî :

  • Ji xwe re li mirovekî ciyê baweriyê bigere mîna ( mamustayê te, an jî mirovek ji malbata te ) û her tiṣtê xwe wisa vekirî jê re bêje, û bi hev re li rê û ҫareyekê bigerin.
  • Li gelek bajaran ciyên ṣêwermendî û alîkariyê hene, ku dikarin di rewṣên wisa de alîkariya te bikin.
  • An jî divê tu li Telefûna hawarê/alîkariyê xînê û her tiṣtê xwe li ser Telefûnê ji wan re bêjê, û ew ê li ser Telefûnê rê ṣanî te bidin, û ji te re bêjin ka gereke tu ҫi bikî .
  • An jî tu dikarê Mail binivîsînê û ji me re birêkê.

 

  0521 - 17 88 13